RÊBERÊ SÎNEMAYA BERXWEDANÊ (ONDER ÇAKAR)


RÊBERÊ SÎNEMAYA BERXWEDANÊ (ONDER ÇAKAR)

Şêro Hindê

Di bin siya navê sînemagerên nû de bi karên sînemayê  li Turkyayê û gellek welatên din rabûye.Senaryoyên pirr ciyewaz û giring nivîsandiye, ew nivîs bûne bingeha karê sînemayê ji sazîya sînemagerên şoreşgêr re ya bi navê SÎNEMAGERÊN NÛ, bitenê ji milê mijar û naveroka xwe ve ev senaryo bandoreke mezin li hezkirîyê sînemayê kirine lê ew hevkarîya çêkirina filmên van senaryoyan û berhevkirina xebatên girêdayî berhemdayînê û pêşinyarkirina wan di qadên nîşandanê yên navneteweyî de bû sedema navdarîya senarîstê şoreşger ONDER ÇAKAR.

Ji senaryoyê filmê xwe yê yekem ê binavê GEMÎ ta bi yê filmê TEQWA nêzî 7 berhemên din afirandiye, û dema ku em behsa sînemaya Turkiyê bikin filmê GEMÎ wek guhertinekê mezin têne ziman ji ber mijar û kesayetên pirr kûr di wî filmî de hatine risimandin, bi zanebûneke sosyolocî û wek kesayetekî wê civaka aloz dinav karê keştevanîyê de li metropolên Turkyayê  di vî filmî de pirsgirêkên sincî û qadên bênirx ên herêmên hawirdora deryayê -û bitaybet li Istenbûlê-kesayetên winda dûrî civakê û jîyana rojane ya xelkên bajar di dema ku ev film daket salonên nîşandanê li Turkyayê gengeşeyeke mezin li nav rexnevanên sînemayê de peydakir, ji ber zimanê wê, yê ku hawê kûrahîya wêranbûna fikrên kesên ji civakê qutbûyî, dikir.

Tev li ku ciwanîya Onder Çakar di nav kes û rêxistinên çepgir û şoreşgêr de bihurî bû lê hîn nikarîbû ku guhdanên xwe yên şoreşê derbasî karê xwe bike,lê di karên wî yên piştî filmê Gemî de hatin, xwest van rastîyan bîne ziman û ev yek di filmê wê yê bi navê (Dar Alanda Kısa Paslaşmalar Tek Parça) yê ku civaka taxekê xizan û tîma wê ya lîstika gogê gengeşe dike. Di vî filmî de hezkirin wefadarî û girêdanên sincî li dijî berjewendîyênkesane û mîkanizma kaptalîzmê rû bi rû dibin.

Di hemû çîrokên Çakar de kêlîyên hezkirinê yên pirr taybet hene,  evîneke bi hestên sîpeyan, evîndarên fedyok û hestewarîyeke veşartîherdem mercên jîyana kesayetên van çîrokan tên guhertin û bûyerên nû diqewimin, lê vîna wan azad û payebilind dimîne,  girêdana kesayetan bi baweriyên wan pirr giran û bihêze.Kesayeteke pirr taybet di senaryoyê filmê Dar Alanda de heye ew jî kotşê tîma gogê ye ew bi xwe bûye jêdera moral û hêzê ji hemû kesên hawîrdorre û ji jinekê qûnek hezdike û helbet pirsgirêkên abûrî jî li dor wî peydane û ya zêdî vê jî ewe ku  tu kes nizane ev mirov ji kû derê ye yan xelkên wî kîne, û ji nişka ve  bi nexweşîyeke pîs dikeve û jîyana xwe ji dest dide û mirina wî dibe sedema kombûna hezkirîyên vê tîmê li dor lîstikvanan, û herwiha hêvî ji çîrokê qut nabe, ji alî lehengên film ve, xwedîderketinek li civakê derdikeve û bizarokan re ew berdewamî tê nîşankirin.Ev film navdarîyek berfireh di Turkiyê de veda û rengê Onder Çakar bêhtir hate zelalkirin.

Di gellek gotûbêjû şîroveyên li ser sînemayê  Çakar navê Yilmaz Guney  tîneziman ku wî bixwe jî bi Guney re xebatên sînemayê meşandine û bihezkirin û rêzgirtin behsa çîrokên Yilmaz ên balkêş dike, nemaze dema ku Yilmaz di zindanê de bû û dijwarîya jîyana wî û zehmetîyên ku pêrgî wî dihatin û dibe, ku ev jîyan ji bûyî wî bibû mînaka sînemagerîya nû ya ku li gel hinek hevalên xwe yên sînemager li Istenbûlêdamezrandin.

Tevlîbûna Onder ji şoreşa rojava re li Kobanîyê hate xuyakirin, mertalên zindî yên ku bajar ji milê bakur ve parastin ji hezaran mirovên kurd û ji neteweyên din pêk dihat, paşre derbasî Kobanîyê bû û jîyana wan şervanên berxwedêr ji nêzîk ve şopand, tev li ku cara yekê bû ew tevlî xebatên şoreşgerî yên bi vî rengî bû, lê ev ezmûn bandoreke mezin li wî kir û di encama teqîneke mezin de birîndar bû û hate rakirin nexweşxaneyekê li Turkiyayê û ta niha hîn şûna birînên wê bûyerê li ser laşê wî yê westîyayî xuyaye.

Birînên wî nebûn asteng ji bo ku xwe bighîne Rojava careke din, lê vê carê derbasî Cezîrê bû û ji bo avakirina bingeha sazîyeke sînemayê li Rojava tevlî hindek sînemagerên Bakur û Rojhilat û Rojavayê kurdistanê dest bi xebatan kir, û ne bi tenê wek senarêstekî, lê wekî mirovekî karker bi hemû kar û barê avahî, alav, perwerde û ta çêkirina filman jî rabû, û ew sazî binavê Komîna film a Rojava di 14 ê meha tîrmeha 2105 an de hate ragihandin.

Heger em vegerin karekî din ê Onder, û ji xwe ew kar pirr xelat û pesindarî li hemû cihanê û bi taybet li Amerîkayê qezenc kiriye, filmê TEQVA yan TEQWA ji navê film xuya dibe ku mijara wî girêdayî bawermendiyê ye, çîroka film a mirovekî oldar e,endamê Terîqeyekê ye û di nav bera jîyana wî ya rojane de û bawerîyên wî bi rêxistina wî re(ya ku gellek sazîyên wê yên abûrî û jêderên pereyan hene) gellek alozî têne pêş wî û ew dibe berpirsê giştî yê karê diravîyê vê rêxistinê. Onder girêdaneke zirav û pirr zîrek di navbera sincên oldaran ên vê terîqeya mislman de û gendelîyê de çêdike. Rastîyên xwezayî yên lehengê film jîyana wî dixe alozîyeke mezin û dijwar, û pirsgirêkên cinsî jî dibin wek alîyek ji rastîya nepejirandina mirovan ji dijberîyên hizrî yên radîkalîya ol û civakên oldar re. Dema ku mirov li filmê Teqwa temaşe dike dizane ku heya kîjan astê senaryoyê wî bi lêkolîn û çavdêrîyên berfireh hatine nivîsandin û pirsgirêkên bikaranîna ola îslamê birengekî radîkal û girtî di mînaka jîyana mirovekî de şîrove dike, lê di heman demê de şîrove jî nake yan famkirina wê zelalbûnê dispêre hişê her mirovekî, ji bo vê yekê jî li gellek deveran mirovên oldar û yên neoldar ev film qebûl kirin û tevlî lîstka Onder Çakar û afirandinên wê yên biguman bûn. Ev film li festîvalên filman li Torinto, Berlin, Serajevo, Istenbul, Antalya, Siyad ûgellek deverên din beşdarbû û gellek xelat jî wergirt.

Ji bo Rojava Onder Çakar wiha dibêje: Ez nehatime Rojava ji bo ku wekî hemû sînemagerên ku tên filman çêdikin, vî karî bikim. Ez mîna hemû şoreşgerên cîhanê hatime ku li dijî  komkujî û qirkirinên li ser gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd û Êzîdîyan bisekinim, û helwestekê bidim nîşandan û wek nûnerekî Sînemagerên Nû hatime bi xebatên sînemayê re li vê herêmê bibim alîkar, dibe ku hindek karên çêkirina filman pêk bînim lê bitenê wek beşdarbûneke dilsoz bi vê şoreşa bêhempa re ye.

Rastîya vê helwestê jî ji xwe li ber çavane ku ew bi xwe li ser beşê sînema li Akademîya Şehîd Yekta Herekol sekinî wek birêveberekî û mamosteyê senaryoyê, û çavdêrîya li ser çêkirina şagirtan ji projeyên wan ên çêkirina filman, û gellek xebatên komînê yên ku di demeke kin de gaveke mezin bi wan hateavêtin,bi taybet 3 filmên kurt binavê ÇÎROKÊN BAJARÊN WÊRANBÛYÎ û ew bajar jî Kobanî, Cezaa û Şengalê ne, senaryo nivîsand û li ser prodiksyona wê jî sekinî û niha li Ewropayê ji bo tevlîkirina vî filmê ku ji 3 filmên kurt pêk tê li Berlînê dimîne. Gellek xebatên dinên mezin û biçûk li Rojava kir û helbet hîn ew xebat berdewamin.

Kesayetîya Onder Çakar a girêdayî bawerîyên xwe yên şoreşê û berxwedana li dijî deshilatdarîya dewltên faşist hiştiye ku ew bibe berdevkê sînemaya berxwedanê, bi jîrbûnek bêsekin hêvîyên wî ji bo afirandina hunera civaka rojhilata navîn bipejirîne û hewldanên wî yên wefadarîyê bi Yilmaz Guney re vê yekê tîne bîra mirovan "ji bo ku civak sînemayê bipejirîne û nasbike gereke ew bi xwe filmên xwe çêke û bide nasîn".

This site was built using