NE EZ BÛM... TIRSÊ MAR KUŞT / Hesen Helîmê


 

Şeva ku ez ê bimirama, şensê min bû, ku ez ser xewnekê şîyar bûm,

Xewna ku ez di nav devîyek darên gwîzan de dimeşîyam.

Rengê şax û pejalokên daran ji rengê marê ku min ew di xewnekê de dît,

ew marê min di bin kulîna malê de dît.

Em ji hev reviyan, tirsê ez lê vegerandim, ji min direviya, ber bi

livînan ve. Paşê, gihaşte ber beştan. Bi tîrikekî ji gulîyê dêya min

dirêjtir, min ew anî xwehrê.

Nizanim wî tîrikî li odeyê çi dikir !? Qey li bende ku bibûya alaveke kuştinê.

Teyisandin bi miqatebûn di çavê mar de veşartî bû.

Çi poşmanim li kuştina wî û kuştina gellek tiştên din.

Bi mirina mar re, cotek têtî ji ber tûmikekî xernûbê firîya – ku di ber beştan de şîn hatibû- û di ruhnîya odeyê de windabû.

Ji nişka ve, min xwe sobilandî di nav golek ji kirasên maran de didît.

This site was built using