ÊŞÊN MIN HAŞ BIKIN/ Kadîr Çelîk


Kadîr Çelîk

Helbestvanekî 53 salî ye û ev 33 sal in jî li Ewrûpayê, li welatê Swêdê dijî. Kadîr Çelîk kurdekî ji Anatolya Navîn e.Di 20 salîya xwe de berê xwe da xerîbîyê û hate welatê Swêdê. Demeke kurt piştî li Swêd bicîhbûnê dest bi xwendina him zimanê kurdî û him jî Swêdî kir. Gellek salan karê wergerê kir û hê jî di vî karî de çalak e. Ji sala 2004 an û vir de di cûrbecûr kanalên televîzyonî yên kurdî de bernameyan bi rêve dibe. Hê jî li ser ekranên Newroz TV bernameya wêjeyî ya bi navê ”Hest û Helbest” him amade dike û him jî pêşkeş dike. Helbestvan Kadîr Çelîk di sala 2015”de dîwana xwe ya yekemîn a bi navê ”Payîza Pelweşan” belav kir.

Kadîr Çelîk di nav xebata weşandina du dîwanên nû de ye ku dê bi navên ”Êşname 1 û Êşname 2” bikevin destên hezkirîyên helbestê.

Ku bixwazin
Êşên min haş bikin
Helbestên min şa bikin
Û bêjin
Ha ji te re asîman
Wê dîsa jî
Dîsa jî
Stêrkên rijyayî
Di bîra min de bin.

"Ji bo hemî dayîkên kurd"

Bela bûn
Hemî jinên min naskirî
Her yekê
Şengebîyek anî xwarê
Ji daristana dilê min
Û çûn,
Bela bûn
Hemî jinên min naskirî
Her yekê
Çemekî bicoş miçiqand
Li ser deşta dil,
Bela bûn
Hemî jinên min naskirî
Ji dayîka min pêve
Ew
Birînpêça
Hemî birînên min bû.

Siwarên
Hespên rehwan bûn
Û wan jî
Da pey qulingên koçer
Esîman bi esîman firîyan
Aso bi aso wenda bûn
Bêyî ku
Li êşên
Li dûv xwe hiştî
Venêrin.

Hê jî
Kilamên te ji min re dinewhirî
Têne bîra min
Û çirayên şevên min ên bêxew
Ji ber xwe ve pêdikevin,
Hê jî
Kenê te yê şeng
Dizengize di guhên min de
Û daristanên min ên sêwî
Kirasê bihareke lezgîn
Li xwe dikin,
Hê jî
Şevên te di guhê min de helbest dipispisandî
Dikevin bîra min
Agirekî dadidim di hemêza şevê de
Û xewnên xwe
Bi pêlên çirayên te pêxistî
Dişewitînim.

Êvareke bêhnçikiyayî
Radiperişîne sebra min
Diçewsîne
Dişidîne
Diguvişîne
Bêyî ku bizane
Ez li peravên mirinê
Goristan bi goristan
Nêçira temenekî wenda dikim.

De bihêle
Xwe nêzî germa birîna te bikim
De bila
Çiya bi çiya bihelîne
Zivistana ku çepa sîngê min
Dicemidîne
De bihêle
Ramîsanekê dêynim
Nava eniyê
Hê ku kulîlkên bejî
Yên li ser lêvên min dipişkivin
Neçilimisîne.

Ne ku ji jîyanê heznedikirin
Xweşbîr bû dem
Û jibîrkirîn
Zarokên axa bi qasî Xweda kevn û qedîm
Xwestin
Dîrokê ji nuh ve
Bi xwîna xwe binivîsin
Niha
Mirin jî
Ji şabûna wan
Ditirse.

Gellek salan berî vê bû
Penaberên
Êşên welatê xwe bûn em
Her cara me hev didît
Hemêza te germ bû
Rûyê te bi ken bû
Û serma Stockholma sar jî
Di me de kar nedikir
Şevên vî bajarî dirêj
Zivistanên vir sar bûn

Tu hebûyî
Kenê te hebû
Û germa birînan hebû
Seqema Stockholmê jî
Di me de kar nedikir.

Di hemêza şevê de bihêle
Xewnên xwe
Û bêrîkirinan
Radestî nalînên kilamekê bike
Li bende min be vê seherê
Dema roj hilat
Ez û tu
Emê helbesta xwe ya vê carê
Bi zimanê berbangê binivîsînin
Bila diyarîya zarokên welatê min be.

Tu çûyî
Dengê gavên te ma
Di dirêjîya rêyên xopan de
Û di nav desmaleke sêwî de
Bêhna gulîyên te,
De bêjin ey êşên kedî
Kîjan stranê
Pêşkêşî bêrîkirina xwe bikim
Di vê êvara bêhnteng de.

Lêvên zuha
Rûyê axê
Radimîsin
Pencereyên xewnan
Ber bi sawa mirinê ve
Vedibin
Ji vê demê bi şun de
Destê xwe li ser pişta kîjan evînên sêwî rapelînim
Bejna xwe
Li ber babelîska kîjan êşan
Bitewînim
Dem dereng e
Gellekî dereng e.

Bayên reş
Û sibehên destên xwe ji mirinê re vekirî
Li paş xwe dihêlî
Di êvareke bêhnteng de
Keştîyên xwe yên westiyayî
Berew kendavên bêzar
Araste dikî
Ji te bi şunde
Demsal dudil in
Eyam rêşaşkirî ne
Û ez
Perçe bi perçe
Havîneke bêyom berhev dikim
Di pey te.

Li welatekî dûr
Tu pêrgî payîzeke pelweşan dihatî
Li vê derê
Pelên daristanên min diweşîn
Û şengebîyan
Reşgirêdidan.

Kîjan lêv
Radimîsin
Gulgenimên li ser lêvên te dipişkivin
Kîjan awir
Tîna xwe
Di şorava çavên te de dişkênin
Kîjan dil
Xwe bi nazdarîya bejna te
Şa dike niha
Çi dibû zalimê
Çi dibû
Di bin keskesora bedewîya te de
Ji min re jî
Cîh hebûya.

De îşev
Keservedanên xwe
Li ser termê kilamekê bicivîne
Û bêrîkirinên
Min û xwe
Di gewrîya denbêjekî de
Binalîne
Semaha kulîyên berfê ne îşev
De êşên xwe bike baran
Bi kulîyên berfê re
Bibarîne.

This site was built using